20 Sibat 2016•Rojanekirin: 22 Sibat 2016
ANKARA
Li dorberê Mêrdînê di operasyona dijî rêxistina cihêkar da Faruk Atanê ku bi navê "Botan" tê zanîn yê qaşo berpirsê eyaletê û kadroyên rêveberiyê hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, di 16ê îlonê da dema ku Îsmaîl Aydemirê ku bi navê "Baran" tê zanîn ê berpirsê Dêrsimê û heyeta bi vî ra li çolê civiyan û di operasyona ji hewayê va hatibûn kuştin. Hêzên ewlekariyê operasyonên dijî kadroyên sereke yên rêxistinê didomînin.
Di vê çarçoveyê da hêzên ewlekariyê xeber hildan ku endamên rêxistinê ewê di 16ê sibatê da li dorberê Mêrdînê bicivin, teyareyên F-16ê operasyon birin ser vê komê.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên îstixbaratê hatin sitandin, di operasyonê da Faruk Atanê ku bi navê "Botan" tê zanîn ê qaşo berpirsê eyaletê û kadroyên rêveberiyê hatin kuştin.
Wek mayîn tê gotin ku kesekî di wê komê da ev îxbar kiriye. Di îxbarê da hatiye diyarkirin ku Atan ji bo ku li ser operasyonên li Îdila navçeya Şirnexê û Nisêbîna navçeya Mêrdînê biaxive û li dijî hêzên ewlekariyê operasyonan li dar bixe bi kadroyên sereke ra yê bê bal hev.
Wek mayîn dîsa di îxbarê da hatiye destnîşankirin ku ji welatiyên ku di operasyonên li Îdil û Nisêbînê da piştgiriyê nadin rêxistinê çavtirsî bikin jî hin amadehî tên kirin.