Elif Orhan
20 Sibat 2019•Rojanekirin: 21 Sibat 2019
MERSÎN
Li Silîfkeya navçeya Mêrsînê minîbusa karkerên çandiniyê wergeriya, li gor tespîtên ewil 4 kes mirin gelek kes jî birîndar bûn.
Minîbusa karkerên çandiniyê ya bi plakaya 33 KEE 22 a ku navê ajokarê wê hê nehatiye hînbûn li tanga Esenbelê ya Taxa Atayurtê wergeriya.
Di qezayê de li gor tespîtên ewil 4 kes cî bi cî man. Birîndar jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên cur bi cur ên li bajêr.
Di vê navberê de hat îdiakirin ku di minîbusê de bi tevahî 26 kes hebûne.
Der barê qezayê de lêpirsîn dan destpêkirin.