İbrahim Yaldız,Sabri Yıldırım
03 Adar 2025•Rojanekirin: 04 Adar 2025
Li Mûşê ji ber hewaya sar li ser dar û beran qiravî çêbû, qismeke rûyê Bendava Alparslan-2yê jî qeşa girt.
Hefteya borî li bajêr berf barî û paşê sermayê dest pê kir ku bandora sermayê hê jî dewam dike.
Li bajarê ku germahiya hewayê li herêmên çolter di bin sifirê da heta 24 pileyan kêm bû, li ser banê avahiyan şembelûk çêbûn û rûyê çem û robaran jî qeşa girt.
Ji ber hewaya sar li ser dar û berên devê Çemê Muradê qiravî çêbû, qismeke rûyê Bendava Alparslan-2yê jî qeşa girt.
Hin welatiyan laylon avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.
Mixtarê gundê Akpinarê Halîl Koç ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku îsal hewa gelekî sar e û wiha axivî: "Em bi şev car caran di bin sifirê da 24 pileyan jî dibînin. Li ser daran qiravî çêbû. Bi şev em nikarin derkevin derva. Xerckirina şewatê jî zêde bû. Hin welatiyên me dibêjin ku şewata wan xelas bûye. Zarok dema diçin dibistanê zehmetiyan dikşînin. Me dît ku qismeke Bendava Alparslan-2yê qeşa girtiye. Cara ewil e ku em dibin şahidê vê yekê. Em hêvî dikin ku darên me yên fêkiyê ji ber sermayê hişk nebin."
Elîf Govercîna xwendekara zanîngehê jî got ew li Vartoyê dixwîne û ji ber sermayê ew zehmetiyê dikşînin.