12 Hezîran 2016•Rojanekirin: 12 Hezîran 2016
ELAZIG
Li Elazigê qezayeke trafîqê qewimî û di encamê da 2 kes mirin.
Li gorî agahiyê, li tanga girê Keklika li ser xaçerêya Cahit Dolukayê mînîbusa ku plaqeya wê 23 HY 661 e û ajovanê vê Yaşar Altunbaş (35) e, ewil li refuja navînî û dîreka ceyranê ket, derbasî rêya hember bû û welgeriya.
Kesên nêzîkî ciyê bûyerê xeber şandin û ekîbên 112 Servîsa Bilez hatin ciyê bûyerê, midaxaleya ewil kirin û tespît kirin ku Ali Îhsan Aydogdu di cî da miriye. Ajovan Altunbaşê ku di qezayê da bi awayekî xedar birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê, lê digel her cure midaxaleyî xelas nebû.
Di lêkolîna ekîbên polêsan da cotek solê zarokan hat dîtin. Piştra ji ber îhtimala dibe ku sol ji wesayîtê firiyaye, ekîban qederekê li derûdorê lêgerîn pêk anîn û di encamê da li kêleka rê rastî demançeyekî hatin.
Cesedê Altunbaş û yê Aydogdu seba otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.