28 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di çarçoveya operayona bi navê "Çawîşê Pisporê Şehîd Sezer Aydemir" ya dijî PKKya rêxistina terorê da 3 terorîst hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê di çarçoveya operayona dijî PKKya rêxistina terorê da ya bi navê "Çawîşê Pisporê Şehîd Sezer Aydemir" li gundên Buyukkardeş (Cinata Miho), Kuçukkardeş (Cinata Hiso), Akarsû (Sitlîlê), Yavrukoy (Kurika Sitlîlê), Kuyular (Cibilgirawê) Doganli (Talatê) yên girêdayê Nisêbînê û li gundên Sulakdere (Haciyan) û Aytepe (Kurika Çeto) ya Omerliyê (Masertê) û gundên Yardere (Qurdîsê) û Ahmetlî (Ehmediyê) yên girêdayê Artukluyê berdewam e.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gundê Doganliyê di qeboya malekê da tunel hatine tesbîtkirin û di encama şer û pevçûnê da 3 terorîst hatin kuştin. Herwiha di lêgerînan da 2 keleşkof, perçeyê M16ê û hejmarek gelek teqemenî û belgeyên rêxistinî hatine desteserkirin.
%2Fnusib.jpg)
- Teqemeniyên ku li rê hatibûn veşartin hatin îmhakirin
Di çarçoveya operasyonê da 26ê sibatê li hêla başûrê gundê Talatê sitargehek hat dîtin û tê da hejmarek gelek dokumentên rêxistinî hatin desteserkirin herwiha îro jî li rêya navbera Talatê û Miştînê teqemeniya ku ji nêzîka 150 kîlogram nîtrata amonyumê pêk dihat hat îmhakirin.

Li navçeya Dargeçitê (Kerboranê) ekîbên Fermandariya Cendirmeyê ya Navçeyê operasyon li dar xistin û li gundê Korucuyê (Şikeftka) melzemeyên curbicûr yên weke bîdon û qeblo ku di çêkirina teqemeniyan da bi kar tên hatin desteserkirin.
Hat ragihandin ku operasyon berdewam e.