19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2017
MARDİN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê li taxa ku qedexeya derketina derva lê didome, hejmarek gelek çek, muhimmat û teqemeniya destî hat desteserkirin.
Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, li taxên weke Abdulkadir Paşa, Firat, Dicle, Yenişehir, Zeynel Abidin û Kişlayê ku qedexeya derketina derva li wan berdewam e, xebatên îmhakirina teqemeniyên destî yên paşmayiyên terorîstên PKKyî û xerakirina xaniyên ku di encama êrîşan da texrîb bûne didome.
Di encama xebatên lêgerîn û kolînê yên hêzên ewlekariyê da, li taxa Firatê 4 muhimmatê mûşekavêjê, 7 fîşekê sewqê yên mûşekavêjê, keleşkofek, bîksiyek û 15 şarjorên wan û 450 fîşek, 5 teqemeniyên ku xistine nava 2 tûpan da hatin desteserkirin.