Fatih Gazioğlu
26 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2019
Li Qers û Erdexana bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya hewayê ket binê sifir pileyî.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî be.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be û ji aliyê bakur û bakurê rojhilatê jî car caran ba wê rabe.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Erdexanê 2 pile, li Qersê 4, li Agiriyê 1, li Erziromê 2, li Îdirê 5, li Erzincanê 6 û li Tunceliyê jî 9 pile hat pîvan.
Nav rojê germa hewayê ya herî zêde li Tuncelî û Îdirê 21, li Erzincanê 20, li Agiriyê 17, li Qers û Erdexanê 16, li Erziromê 15 pile tê payîn.