Fatih Gazioğlu, Türkan Tosun
14 Adar 2019•Rojanekirin: 14 Adar 2019
Meteorolojiyê ji bo Hekariyê hişyariya berfê û ji bo bajarên din jî hişyariya aşîtê da.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa wê pirewrayî be û li Hekarî û derûdorê wê barana gur û ciyên bilind jî wê berf bibare.
Li herêmê li gor texmînan hewa wê di navbera 2 û 4 pileyan de bikeve û herwiha ba jî wê ji milên başûr nerm û car caran jî wê nîveqewî rabe.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya herî bilind jî dê li Wanê 7, li Hekariyê 6, li Mûşê 5 û li Bidlîsê jî wê 3 pile be.
Li tevahiya herêmê hewa wê pirewrawî be û piştî nîvro şûn da li Hekarî û derdûdorên wê baran û ciyên bilind jî wê berf bibare. Rayedaran hişyarî da ku ji ber barîna berfê bila welatî baldar û bi tevdîr bin.
Li gor têxmîna meteorolojiyê ji ber helandina berfê dibe li bajarên din û piranî li herêma Mûşê û derûdorê wê jî li hin ciyên bilind dibe ku aşît çêbibin û ji ber vê îhtimalê divê welatî baldar bin.
- Li Rojhilatê Anadoluyê hewaya sar
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di binê sifirê da bi 5 pileyî va li Agiriyê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin li herêmê hewa wê pir ewrayî be. Li der û dora Erzincanê berf û baran bi hev ra wê bibare û şilope wê çêbibe, li cihên bilind jî berfê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê be.
Bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Erzincanê 7 pile, li Îdirê 5 pile, li Erziromê 2 pile, li Erdexanê sifir pile, li Qersê di binê sifirê da pileyek, li Agiriyê jî di binê sifirê da 5 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin bi roj germahiya hewayê wê li Îdirê 15 pile, li Erzincanê 13 pile, li Erziromê 7 pile, li Erdexanê 6 pile, li Qersê 5 pile û li Agiriyê jî 4 pile be.
Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji ber cemed û qeşayê baldar bin û bê tevdîr nemînin.