Fatih Gazioğlu
14 Adar 2019•Rojanekirin: 14 Adar 2019
Li Sîncana navçeya Enqereyê trêna ku sotemenî barkirî ji rayan derket û ji ber bûyerê rêhesin ji hatin û çûnê re hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, trêna ku di vagonên wê da sotemenî hebû li tanga binerêya Çaglayênê ji ber sedemeke nayê zanîn ji rayan derket.
Piştî bûyerê gelek tîmên îtfaiye û Midûriyeta Rewşa Acil Afetê (AFAD) şandin herêmê.
Tîman tespît kir ku trên û 4 vagonên wê ji rayan derketine.
Tîmên Rêhesina Dewletê ya Komara Tirkiyeyê (TCDD) ji bo ku vagonên din jî welnegerin tedbîr hildan.
Ji ber qezayê xeta rêhesinê ji hatin û çûnê hat girtin û ji bo vekirina xetê xebat didomin.
- Makînîstên trênê hatin binçavkirin
Herdu makînîstên trêna bar a bi nimaeya 13112 a ku bi şev di saet 01.00î da ji xeta rêhesina konvansiyonel a meqesa Rojhilatê ya Sîncanê derketibû hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê sitand, bi şev di saet 01.00î da lokomotîf û 16 vagonên trêna bar li tanga Binerêya Çaxlayanê ya li taxa Ataturk ji xeta rêhesina konvansiyonel derketin û ji ber vê M.K. û U.Eyê makînîstên trênê hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Sîncanê îfadeya herdu makînîstan hildan.
Wekî mayîn hat gotin ku ew ê mazota di 5 tankerên ji rê derketibûn da were valakirin paşê jî ji bo lokomotîf û 5 vagonan rakin dest bi xebatan bikin.