Piştî otopsiya ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê hat kirin eqrebeyên wan cinazeyên Ertem, Semîh, Davut û Bedrettîn Çelîk birin gundê Yuvacaliyê.
Walî Îzzettîn Kuçuk, Qaymeqam Ugur Sezer, Fermandarên Cendirmeyan ê Bajêr Serbaz Selam Kuçuk û gelek welatî beşdarî merasima cinazeyan bûn. Di merasimê de tîmên Tevgera Taybet ji bo ewlehiyê tedbîr hildan.
Duh li Yuvacaliya gundê Hîlwana Rihayê di dema hilbijartina mixtariyê de şer derketibû û di şer de 6 kes hatibûn kuştin û 4 kes jî birîndar bibûn.