27 Gulan 2019•Rojanekirin: 28 Gulan 2019
Li Şanliurfayê 9 şikbarên ji ber îdiaya eleqeya wan bi DEAŞa rêxistina terorê ra heye hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Midûriya Ewlehiyê daxuyand tîmên ewlehiyê û yên Serokatiya Herêma MÎTê bi rêberiya Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê ji bo rê li ber çalakiyên DEAŞa rêxistina terorê bigrin û endamên wê deşîfre bikin operasyon kirin.
Di operasyonê da 9 şikbar ji ber îdiaya eleqeya wan bi DEAŞê ra heye hatin binçavkirin.
Piştî karên wan ên ewlehiyê şikbar sewqî dadgehê bûn û hatin girtin.