MALATYA
Cisnê keftarên belek di bin xetereya tunebûnê de ye, timên Midûriya Herêma 15emîn ya Karên Avê û Daristanê bi fotodafikên ku li Şirnakê danîbûn siruştê bi hûrgilî wêneyên kefteran kişand.
Midûrê Herêma 15emîn ya Karên Avê û Daristanê Ayhan Delîgoz daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku xebatên girîng yên Wezareta Karên Avê û Daristanan yên ji bo şopandina jiyana ajalên kovî, hene.
Delîgoz bi bîr xist ku Adiyaman, Batman, Diyarbekir, Elazig, Gazîantep, Kahramanmaraş, Kîlîs, Mêrdîn, Sîîrt, Sîvas, Şanliurfa û Tuncelî girêdayî wan e û wiha axivî: "Li van bajarana ji bo şopandina jiyana ajalên kovî xebatên me yên teknikî hene. 60 fotodafikên ku me danîne jiyana ajalên kovî raçav dike. Me hîn dîmen jî bi dest xistin. Dîmenên keftarên belek yên ku cisnê wan di bin xeteriya tunebûnê de ye, bi dest xistin. Me heman di demê de dîmenên jûjî û pezkoviyan jî ji nêz ve bi dest xistin. Dil dixwaze ku em bi van fotodafikan dîmenên parsan, leoparên Anadoluyê jî bigirin. Em dizanin ku li vir leopar jî hene."
Delîgoz got ku fotodafik ji bo dîmengirtina jiyana hov gelekî bi kêrhatî ne û got ku "Me bi 60 foto dafikan keftarên belek li herêma Şirnakê tespît kirin. Keftarên belek li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hene."
"Nêçîra keftaran qedexe ye"
Delîgoz got ez dixwazim cardin dubare bikim û destnîşan bikim ku nêçîra keftaran qedexe ye. Cisnê keftarên belek di bin xetereya tunebûnê de ye. Em bangî welatiyên xwe dikin ku di vê mijarê de hesas bin. Heke keftarên belek qesdanî bên kuştin, 13 hezar lîre cezaya wê heye.