25 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2015
ŞIRNAK
Li Şirnexê di êrîşa ku endamên PKKya rêxistina terorê birin ser avahiya Pirtûkxaneya Gel û Navenda Çandê de 4 zarok birîndar bûn.
Endamên rêxistinê bi molotof û teqemeniyên bi destçêkirî êrîşî ser avahiya Pirtûkxaneya Gel û Navenda Çandê ya ku li Taxa Yeniyê ye kirin û di dema êrîşê de personel û xwendekar jî di hundirê avahiyê de bûn. Agir bi avahiyê ket û 4 xwendekar birîndar bûn.
Ji ber êrîşê xwendekar û personelên di avahiyê de ku tirsiyan xwestin ji avahiyê derbikevin. Ekîbên Servîsa Bilez a 112yan hatin û zarokên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Bi mudaxeleya TOMA û ekîbên agirkujiyê ve agir di demeke kurt de hat temirandin lê avahiyê zirar dît.
Ji bo girtina wan terorîstên ku êrîşî avahiyê kirin operasyonê dest pê kir.