24 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2015
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê piştî ku qedexeya derketina derva hat rakirin, mal, ceyran û xetên avê yên ku ji ber bûyerên terorê xera bûn, tên çêkirin.
Li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dicle û Yenîşehirê piştî ku qedexeya derketina derva ya ku di 14ê kanûnê da dest pê kir û di 21ê kanûnê da jî li tevahiya navçeyê hat îlankirin rabû, esnafên navçeyê dikanên xwe vekirin.
Welatiyên ku xaniyên wan xera bûn dest bi xebatên çêkirinê û paqijiyê kirin. Xebatkarên Şaredariya Nisêbînê jî çopên li kuçe û kolanan berhev dikin.
Firmayên ceyranê û xebatkarên av û kanalîzasyonê jî li taxên Kişla û Zeynelabidînê ceyran û xetên avê yên ku xera bûn çêdikin.