Uğur İslamoğlu
05 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2022
Li Stenbolê di operasyona ser PKK/KCK û PYD/YPGya rêxistina terorê da 9 gumanbar hatin girtin.
Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Stenbolê, li bajêr seba girtina bersûcên ku ser navê rêxistinên terorê fealiyetê dikin û hewl didin ku çalakiyê bikin, xebat da destpêkirin.
Li 11 navçeyên bajêr 14 navnîşan hatin tesbîtkirin û ekîban di heman demê da li ser van navnîşanan operasyon kir, 9 gumanbar binçav kirin.
Di lêgerîna navnîşanan da hezar û 350 ewro û 3 hezar lire û gelek dokumanên rêxistinî û alavên dîjîtal hatin bidestxistin.
Bersûc ji bo jêpirsînê birin ewlehiyê.