23 Sibat 2016•Rojanekirin: 24 Sibat 2016
SÎÎRT
Li Tîloya navçeya Sêrtê perwerdeya Xweyîkirin û Bexçevaniya Fistiqan a ku ji bo kesên cotkariya fistiqan dikin hatibû destpêkirin dewam dike.
Ji Beşa Parastina Nebatan a Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Sêrtê Doç. Alk. Cevdet Kaplan û Doç. Alk. Hadî Aydin wek axaftvan beşdarî perwerdeya ku bi destê Midûriyeta Navenda Perwerdeya Gel a Tîloyê tê dayîn bûn. Di perwerdeyê da der barê nexweşiyên fistiqan ên li navçeyê da agahî hatin dayîn û ji cokaran ra qala têkoşîna dijî nexweşiyan ên bi rêyên kîmyewî, biyolojîk û çandiniyê kirin.
Endezyarê Ziraetê Çagdaş Can Toprak jî ji beşdarvanan ra qala Tesîsa Baxçeyên Fistiqên Sêrtê, Biyolojiya Tovkirinê, Gubrekirin û Sedemên Nexweşiyan kir.