17 Nîsan 2016•Rojanekirin: 19 Nîsan 2016
ORDU
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş di weşana zindî ya hevpar a Ordu Altaş TV û TV 52yê da rojev nirxand.
Kurtulmuş destnîşan kir ku di encama tespîtan da eşkere bû ku li Sûrê xesareke sivik gihîştiye heft mizgeft û dêrekî û wiha dewam kir:
"Di nava van da Mizgefta Qurşunluyê jî heye. Ew bi temamî perîşan bûye. Di yên din da zirareke kêmanî çêbûye. Seba temîrkirina van jî brêz Wezîrê me yê Kultur û Tûrîzmê û Wezîrê me yê Hawirdoriyê seredanek pêk anîn."
"Li Sûrê bi tu awayî karekî TOKÎyê dê tunebe"
Kurtulmuş bal kişand ku di nasnameya tu avahiyeke dîrokî da dê tu guhertin pêk neyê, ev avahî dê wekî xwe yê berê bên çêkirin û wiha got, "Ez mecbûr im vî eşkere bêjim. Rêxistin dîsa propagandayeke derew dike. Dibêjin, 'Evê van avahiyan hişweşînin, şûna wan avahiyên TOKÎyê yên 10-15 qat bên lêkirin.' Ev serdanpê vir e û derew e. Li Sûrê bi tu awayî karekî TOKÎyê dê tunebe. Ez evqas net dibêjim. Li wir bi tu awayî xebateke TOKÎyê ya veguherîna bajarî dê nebe. Li wir ev hemû avahiyên dîrokî dê li gorî şêweya xwe ya berê bên çêkirin."