11 Tebax 2016•Rojanekirin: 11 Tebax 2016
ANKARA
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve der barê teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) de tê kirin de 42 xebatkatên TRTyê hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên ewlehiyê hatin bidestxistin ekîbên Midûriya Şûbeya Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze ya Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve tê kirin de hatin avahiya Midûriya Giştî ya TRTyê û 42 kesên ku der heqê wan de biryara binçavkirinê hebû binçav kirin.
Pêşkêşvanê nûçeyan û mifetîş jî di av de 42 kes ji bo ku îfadeyên wan bên girtin anîn Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê. Ji bo kesên ku der heqê wan de biryara binçavkirinê hene lê nehatine binçavkirin xebat berdewam dikin.