TRABZON
Şaredarê navçeya Yomrayê Îbrahîm Sagiroglu, ji AAyê re daxuyand ku piştî barana guj li navçeyê lehî rabûye û du jinên ku li gundê Taşdelenê bindeq berhev dikirin bi ber lehiyê ketin.
Sagiroglu, da zanîn ku heta derengiya şevê xebatên xelaskirinê domiyan û cesedek ji bin axê hatiye derxistin û ji bo xelaskirina ya din jî xebat dewam dikin.
AFADê jî bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku piştî lehiyê li navçeyên Trabzonê yên wek Yomra, Arsîn, Arakli û Ofê 500 welatî hatine xelaskirin û ji bo xelaskirina welatiya wenda xebat dewam dikin.