HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî, Recep Tayyîp Erdogan ê ku li gor encamên hilbijartinê yên nefermî wek serokomar hat hilbijartin pîroz kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya HKIyê Barzanî ji Erdogan re peyamek şand û di peyamê de wiha got: "Serokomariya we dê pêvajoya çareseriyê pêş ve bibe."
"Ez dil û can li ser navê xwe û gelê Kurdistanê ji ber ku hûn wekî Serokomarê Tirkiyeyê hatin hilbijartin cenabê we pîroz dikim. Bi hilbijartina cenabê we ve jiyana bi hev re dê xurttir bibe. Serokomariya we dê pêvajoya çareseriyê pêş ve bibe. Pêwendiyên herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê dê xurttir bibe."