Türkan Tosun
10 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2019
Di lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) di nav Aryêşa Tirkiyeyê (TSK) da jê 14 subay û 14 binefser der barê 28 eskeran da biryara binçavkirinê hat dayîn
Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da hat gotin hewldana darbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an ji hêla endamên rêxistina terorê ya ku serokê wan Fetullah Gulen e va hatiye kirin. Komên biçûk ên ji du û sê kesan pêk tên û hevdu nas nakin jê ra dibêjin "mamoste" di nav TSKyê da hatine bicihkirin ku serokê wan ê TSKyê Adil Oksuzê navê wî yê kod "Namik" e. Bi rêya sîlsileyê telîmat hatine dayîn û ev eskerên endamên rêxistinê beşdarî darbeyê bûne.
Hat gotin di nav TSKyê da hê gelek endamên rêxistinê hene ku hejmara van yên ji hatine eşkere kirin zêdetir e û ji bo beqaya dewletê ew talukeyeke mezin in.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji 29ê Mijdara 2017an vir va ji hêla Serdozgeriya Komarê va lêpirsîn tên kirin û hat tesbîtkirin endamên rêxistinê ji bo bi hev ra têkiliyê daynîn li ser telefonên bikontor yên li bufe, kargeh, market û cihên wek van da diaxivin.
Der barê kesên hatine girtin an jî biryara girtinê ji bo wan hatiye dayîn da jî Serdozgeriyê agahî parve kir.
Di daxuyanê da hat gotin der barê 2 hezar û 287 eskeran da biryara girtinê hatiye dayîn, ji van hezar û 980 kes hatine girtin. Ji girtiyan jê 515 kes ji ber hikmê poşmaniyê û agahiyên bifeyde dane hatine berdan, 222 kes bi şerta kontola edlî hatine berdan, hezar û 233 kes jî hatine girtin.
Hat gotin dîsa bi heman awayî jê 14 serbaz û 14 binefser der barê 28 eskeran da biryara binçavkirinê hatiye dayîn û ji bo ew bên binçavkirin xebat dewam dikin.