Fatih Gazioğlu
04 Nîsan 2019•Rojanekirin: 05 Nîsan 2019
Ji bo Diyarbekir, Riha û Mêrdînê hişyariya barana gur hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Têxmîn û Hişyariya Midûriyeta Herêma 15emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li Diyarbekir, Riha û Mêrdîn û derûdorê wan hewa wê pir ewrayî be û li van bajaran heta saeta 17.00an wê baraneke gur bibare.
Di daxuyaniyê da hat gotin dibe ku li herêmê lehî rabe, birûsk biavêje, digel baranê ba rabe.
Rayedaran hişyarî da ku welatiyên li herêmê dijîn bila baldar bin û tedbîrên xwe hildin.