Fırat Taşdemir
24 Îlon 2025•Rojanekirin: 25 Îlon 2025
Remzi Bircanê Midûrê Giştî yê Xizmetên Hec û Umreyê yê Serokatiya Karûbarên Diyanetê ragihand ku serîlêdanên pêşqeyda hecê bi dawî bûn û miemeleyên rojanekirina qeyda hecê jî heya 30ê Îlonê hatin dirêjkirin.
Bircan di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, serîlêdanên hecê yên ku îsal di 11ê Tebaxê da dest pê kirin tê plankirin ku di 5 Îlonê da bi dawî bibin û wiha got:
"Ji bo ku welatî mexdûr nebin, me ev mawe ji 5ê Îlonê bo 21ê Îlonê dirêj kiribû. Lê li ser telîmata Safi Arpaguşê Serokê Ragihandina Karûbarên Diyanetê me ev mawe heya 30ê Îlonê dirêj kir da ku welatî duçarî mexdûriyetan nebin. Di vir da ferqeke wiha heye. Em ê serîlêdana kesên dixwazin cara ewil qeyda xwe çêkin wernegirin. Em ê bi tenê miemeleyên rojanekirinê yên welatiyên me yên ku pêşdatir qeyda wan heye werbigirin. Welatiyên me heger ucreta qeyda hecê razandibin, em ê destûrê bidin ku van temam bikin. Xwîşk û birayên me yên ku pêşdatir qeyda wan heye lê hin kêmasiyên wan jî hene, em ji wan rica dikin ku qeyda xwe li ser e-Devletê nû bikin."