Ala, ji bo hilbijartinên herêmî li Erziromê bû û li balafirgehê ji aliyê partiyiyan ve hat pêşwazîkirin. Endamên çapemeniyê der heqê rojevê de mijarên ku mereq dikirin ji Ala pirsîn. Ala li ser pirsa der barê bûyerên Sîlvanê û Mehmet Ezerê 10 salî yê ku di van bûyeran de birîndar bû got: "Me mufetişan şand, dê lêkolîn û jêpirsînan bikin. Heke pirsgirêkek û berpirsiyar hebin, em ê tiştên ku hewce dike, bikin."
'Tê îdiakirin ku Ezer bi fişeka xazê birîndar bûye' û ev jî ji wezîr hat pirsîn. Ala der barê vê de bersiv da û wiha got: "Derbasî be, em li gotegotan nanhêrin, her çi bûye dê derkeve holê, em ê jî li gor encamê tevbigerin. Min îro mufetiş şandin cihê bûyerê."
Ji Ala gotinên Mansûr Yavaşê ku namzedê CHPê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Ankarayê ye jî hat pirsîn. Ala jî wiha got: "Ew hemû kurtûpistên derdorê ne. Ji wî alî û vî alî ve tên gotin. Bi wan tiştan siyasetkirin û li ser ewlehiya hilbijartinê spekulosyon derxistin tiştekî ne rast e."