Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz der barê veberhênanên vejenê yên ku dê bi Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) a ku nû hat eşkerekirin, bên kirin de wiha got "Pêvajoya Çareseriyê di serî de ji aliyê siyasî û civakî ve normalîzebûna welêt di xwe de dihewîne, heman demê de jî dê bandoreke erênî li sektora vejenê bike. Mînakên nebaş ên li herêmê dê cihê xwe bidin veberhênanan."
Yildiz piştî hevdîtina bi nûnerên Komelaya Çêkerên Boriyên Çelîk (ÇEBÎD) re bersiva rojnamevanan da. Yildiz destnîşan kir ku di sê mehên ewil ên 2015an de tesîseke ku kapasîteya wê hezar megavat e xistin dewrê û ev geşedan mirovan kêfxweş dike. Yildiz got "Digel hemû dijwarî, hin biryarên darazê, hevalên xwezaparêz tenê di sê mehên sala 2015an de dora 1000 megavatê vejen hat bidestxistin. Her vejena ku em dixin dewrê tê wateya kêmbûna îthalata gaza sirûştî."
Yildiz diyar kir ku di plana çalakiyê ya nû de veberhênanên gelek xweş ên ku di nav wan de bi taybetî çêkirina santralên hîdroelektrîk, santralên hilberîna herêmî û santralên tavê yên berdest hene. Yildiz got amadehiyên van veberhênana hema bêje temam bûn.
Yildiz da zanîn ku nekarîn heşt bîrên lêgerînê yên aidê heft şirketên cuda yên aidê kamû û sektora taybet vekin. Yildiz destnîşan kir ku ev yek bû sedem ku dora 330 hezar warîl hilberîn neyê kirin û ev yek teqabûlê 188 milyon dolar veberhênanê dike. Yildiz diyar kir ku van projeyên ku dabûn rawestandin dê bi GAPê re ji nû ve bixin dewrê û da zanîn ku dê bîrên lêgerîn û hilberînê û beşên der barê lêgerîna sîsmîk bixin dewrê.
Yildiz da zanîn ku li Herêma Kurdistana Iraqê hin blokên ku 15-16 sal beriya niha amadehî û peymana wan hatine kirin, hene. Yildiz da zanîn ku dê di heyamên pêşiya me de li blokekî li kontara Çiyayê Qendîlê dest bi xebatan bikin.