Hasan Ay
29 Gulan 2021•Rojanekirin: 30 Gulan 2021
Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) di operasyona li bakurê Iraqê li dar xist da yek jê di kategoriya gewr da bi tevahî 4 terorîstên hewl didan êrîşî eskerên ji ber Operasyona Pençik-Brûskê li herêmê bikin, berteref kir.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan MÎTê xeber hilda ku Selahattîn Dedeyê bi kodnavê Zagros ê di kategoriya gewr a kesên ji ber terorê li wan digerin da cî digirt jî tev endamên PKK/YPGê wê hewl didin ji Sûriyeyê derbasî Iraqê bibin.
Di encama xebatan da MÎTê li Sûriyeyê da pey Dedeyê dixwest êrîşî ser eskerên di çarçoveya Operasyona Pencik-Brûskê da li herêmê ne bike û pê hesiya ku ew di 19ê Gulanê da ji Sûriyeyê derketiye.
Ji destpêka meşê heta operasyonê terorîstên ku gelek çek û cebilxane jî bi xwe ra dibirin gav bi gav hatin teqîbkirin û biryara operasyonê hat dayîn.
Li gundê Mengeşê yê bakurê Iraqê di operasyonê da 4 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin.