Kemal Karadağ
09 Tebax 2022•Rojanekirin: 10 Tebax 2022
Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) di operasyona li Garaya li bakurê Iraqê da tevî Azad Yandikê qaşo berpirsiyarê lojîstîkê yê Garayê yê PKKya rêxistina terorê 7 terorîst berteref kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê hilda MÎTê li Garaya li bakurê Iraqê operasyon kir.
Di operasyonê da tevî Azad Yandikê (bi nasnavê Soro Amed) qaşo berpirsiyarê lojîstîkê yê Garayê yê PKKyê 7 terorîst hatin berterefkirin.