12 Sibat 2017•Rojanekirin: 12 Sibat 2017
îSTANBÛL
Serokomar Erdogan: "16ê nîsanê di heman demê da wê bibe bersiva 15ê Tîrmehê. Wê ji bo 15ê Tîrmehê bibe bersiveke girîng. Û rewşa kesên bibêjin "na" jî di eslê da ew e ku li cem 15ê Tîrmehê cih digirin. Bila tu kes vê berevajî neke û nekişîne aliyekî din."
Serokomar Erdogan: "Di çend mehên dawîn da di mijara Sûriyeyê da bûyerên em dikarin bibêjin cihê zivirînê bûn qewimîn. Ragihandina pêvajoya çareseriyê ya siyasî, xwîna ku li Sûriyeyê dirije ji bo ku demildest bê sekinandin em gelek hewl didin. Di çarçoveya heqaniyet, meşrûiyet û edaletê da bi qasî ku zirar negihêje bîranînên şehîtên sûriyeyî li herêmê bi hemû aliyan ra em têkiliyê xwe didomînin. Ez wisa bawer dikim ku ev hewl û xebata welatên me bi dostên xwe ra îstişare dike bi îzna Xwedê wê biçe serî û karên bixêr jê derbikeve."
Serokomar Erdogan: "Li vê derê (Sûriye) hedef herêmeke biewle ku 4-5 hezar kîlomêtrekare ye û ji terorê hatibe safîkirin e. Piştî ku ev herêma biewle hel bû jî hem pêşî li koç û îlticaya ji Sûriyeyê tê girtin, ji wan ra li wan deran cihê mayînê tê temînkirin hem jî mirovên ku di kampên me da ne, wê vegerin li ser axa xwe. Ji bo vê jî em hewl didin ku li wan deran ji wan ra bajarên nû ava bikin. Min ev fikrên xwe ji Birêz Trump ra jî parve kir, Almanya di serî da min bi hêzên koalîsyonê ra jî fikrê xwe parve kir."