11 Nîsan 2016•Rojanekirin: 12 Nîsan 2016
HEWLÊR
Di civîna Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu da, mijarên weke bazirganiya dualî, têkiliyên aborî û pêşhatînên dawî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê û têkoşîna dijî DAEŞa rêxistina terorê hat gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Barzanî, Serokwezîr Barzanî û şanda digel wî, di serdana xwe ya yekrojî ya Stenbolê da, cuda cuda digel her yek ji Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu civiyaye.
Di civînan da, li tenişt pêşhatînên dawî yên li Iraq û HKIyê û têkoşîna dijî DAEŞa rêxistina terorê û operasyona rizgarkirina Mûsilê, behsa mijarên weke bazirganiya dualî, têkiliyên aborî û çareserkirina qeyrana aboriya navxweyiya Herêma Kurdistanê û hewlên avakirina hikûmeta navendî ya Iraqê, hat kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşan kirin ku di civînan da, Barzanî aniye ziman ku têkiliyên di navbera HKI û Tirkiyeyê xwedî giringiyeke taybet in û herêmê hemî caran ji xwe ra kiriye amanc ku têkiliyên baş digel welatên cîran deyne.