HATAY
Nûçegihanê wêneyan yê rojnameya Mîllîyetê Bunyamîn Aygunê ku li Sûriyeyê revandibûn ji Deriyê Sînor yê Cîlvegozuyê re hat Tirkiyeyê.
Aygunê ku bi şimikan ve hat welêt, li ber deriyê Sînorê Cîlvegozuyê, aliyê Sûriyeyê daxuyanî da nûçegihanan û got ji bo ku ez li Tirkiyeyê me gelek kêfxweş im.
Aygun got ez hê jî bawer nakim ku li welat im, ez dibêm qey ev xewnek e. Aygun li ser pirsa "Tu çima bi şimikan hat î? got: "Hevalan pêlavên min pir ecibandin, ji ber vê yekê pêlavên min hildan û ez bi şimikan ve şandim." Aygun destnîşan kir ku li Sûriyeyê rojên pir zor û zihmet derbas kiriye û spasiyên xwe kesên ku di xelasbûna wî de hewl dane re pêşkeş kir.
El Kaîdeyê revand, endamên "Cepheya Îslamê" xilas kir.
Hat ragihandin ku Bunyamîn Aygun bi alikariya endamên "Cepheya Îslamê" serbest ma. Li gor agahiyan Aygun li Sûriyeyê ji aliyê El Kaîdê ve hat revandin. Cihê ku Aygun lê girtî bû di navbera El Kaîde û Cepheya Îslamê de şer derket. Piştî şer endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (IŞÎD) ew dever terk kirin. Endamên Cepheya Îslamê jî Aygun xilas kirin.
Piştre jî tîmên taybet ên MÎTê çûn herêmê Aygun anîn welêt. Aygun di deriyê sînorê Reyhanliya navçeya Hatayê Cîlvegozuyê re hat Tirkiyeyê.