06 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2015
Li dijî PKKya rêxistina terorê li 6 bajaran ku navend Enqere ye operasyon hat kirin û di operasyonê da 22 kes avêtin nezaretê.
Tîmên Midûriyeta Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê li dijî rêxistina terorê li Enqere, Stenbol, Konya, Isparta, Wan û Agiriyê operasyon kirin.
Hat destnîşankirin ku di operasyonê da 22 kes avêtin nezaretê û di nav wan da mamoste, xebatkarên kamuyê û xwendekarên zanîngehê hene.
Kesên ku hatin binçavkirin wê bînin Enqereyê.