TBMM
Li Lijneya Giştî ya TBMMyê Pêşnûmaya Qanûnê ya Der Barê Guherîna Hin Qanûn û Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê û Qanûna Selehiyetê ya ku di nav raya giştî de wek "Pakêta Ewlehiya Navxwweyî" tê zanîn, hat qebûlkirin.
Pêşnûma bi derxistina 63 madeyên ku paşve kişandibûn Komîsyonê wek 69 made bû qanûn. Li gor qanûnê ji bilî bi dest kontrolkirinê lêgerîna ser, eşya û beşên wesayîta kesekî ya ku ji derve xuya nakin; dê di çarçoveya esasên ku Wezareta Karên Navxweyî diyar bike de bi emrê amirê ewlehiyê yê ku amirê mulkî ew peywirdar kiriye bi awayekî nivîskî hatiye dayîn, bê kirin. Di rewşên ecele de bi şertê ku pişt re bi awayekî nivîskî teyîd bikin dê bikaribin lêgerînê bikin. Biryara amirê ewlehiyê dê di nav 24 saetan de ji bo tesdîqkirina dadger pêşkêş bikin. Di lêgerînên ku di vê çarçoveyê de tên kirin de belgeya ku hinceta lêgerînê tê de heye dê bê dayîn.
Polês kesên ku ewlehiya canê kesên din dixin xetereyê, heta ku kiryarên wan nebin sûc, ji aliyê pêkanîna ewlehiya canê mirovan dê bikaribe wan biparêze an jî wana ji cihê bûyerê dûr bixe. Polês tenê "heke muştekî, mexdûr û şahid bixwazin" dê bikaribe îfadeyên wan li mal an jî kargehê îfadeya wan bistîne.
Ji bo belavkirina civînên dereqanûnî û meşên xwepêşandanê jî heke hewce bike dê ava biboyax bikarin bi kar bînin.
Fealiyet dê bên kontrolkirin
Qanûn ji bo ku nebe sedema kirinên dereqanûnî û keyfî kontrolê jî tîne. Amîrên saziyan ên bi rutbe, amîrên îdareya mulkî, Fermandariya Giştî ya Jendirmeyan û xebatkarên teftîşê ya wezareta eleqedar dê herî kêm salê carekê kontrola fealiyetan bike. Lijneya Teftîşê ya Serokwezîriyê jî dê bikaribe kontrolan bike. Encamên kontrolan dê wek rapor pêşkêşî Komîsyona Îstixbarat û Ewlehiyê bikin.
Molotof û xarên hesin jî dê wek sûc bên hesibandin
Di civîn an jî meşên xwepêşdanê de "fişengên hewayî, molotof û teqemeniyên wek wê yên ku bi dest hatine çêkirin, xarên hesin û kevkanî" jî dê wek madeyên ku bixweregerandina wan qedexe ye de bên qebûlkirin.
Cezayên ku didin kesên ku amûrên sûcê yên ku di bûyerên civakî de bixweregerandina wan qedexe ye bi xwe re digerînin, dê bên zêdekirin. Dê di navbera 2 sal û 6 mehan heta 4 salan cezayê hepsê bidin van kesan.
48 saet rayeya binçavkirinê didin polêsan
Ji bo sûcên wek ên ku di civakê de dibin sedema înfialê, bi zanebûn birîndarkirin, êrîşa cinsî, îstismara cinsî ya zarokan, qaçaxçîtî, fûhuş, dizî, talan, îmalkirin û bazirganiya hişbir û madeyên hişbirê bi şertê ku bi rewşa serdagirtinê tenê de derbasdar be amîrê ewlehiyê yê ku amîrê mulkî ew peywirdar kir dê bikaribe 24 saet biryara binçavkirinê bide. Dîsa amirê ewlehiyê yê ku amirê mulkî ew peywirdar kir di dema bûyerên civakî yên ku bi belavbûna bûyerên şidetê derketin û dibe ku bibin sedema xirabkirina nîzama kamûyê 48 saetan biryara binçavkirinê bide.
Kesên hatin binçavkirin herî kêm di nav 48 saetan de, di karên ku bi komî hatin kirin de jî di nav 4 rojan de derxînin dadgehê.
Walî dê bikaribe emir bide
Walî di rewşên ku hewce dikin de dê ji bo dîtina kiryarên sûcê bikaribe emrên hewce dike bide amîrên ewlehiyê û karmendan.
Walî ji bo biryar û bergiriyên ku ji bo pêkanîna nîzam û ewlehiya kamûyê, ewlehiya can û malê mirovan dabû bên tetbîqkirin, bi şertê ku hikmê der barê dikare ji saziyên edlî arîkariyê bixwaze veşartî bimîne, ji bilî saziyên leşkerî birêvebiriyên herêmî jî di nav de dikare ji makîneyên kar, barrakêş, ambûlans, agirkuj û amûrên din ên ku ji ber bergiriyan bikaranîna wan mecbûrî ne yên hemû sazî û dezgehên kamûyê sûd wergire. Walî dê bikaribe peywirê bide xebatkarên sazî û dezgehên kamûyê.
Kesên 30 salî jî dikarin bibin polês
Temenê herî mezin ê ji bo polêsbûnê ji 28an derxistin 30yî. Li gor vê kesên ku ji 30 salî mezintir nînin û di ezmûnê de bi ser ketin dê ji bo navendên perwerdeya polêsan bên qebûlkirin.