ANKARA
PYDya baskê Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê, bi çek û muhîmatên ku di xeta sînor ra dixe nav Tirkiyeyê, PKKê bihêz dike.
PYDya ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê da, li dijî mixalifan hevkariya rejim û Rûsyayê dike, bi îdiaya ku têkoşînê li dijî DAEŞa rêxistina terorê dike, ji dawî 2014an û bi vir va, ji DYA, Rûsya û gelek welatên Ewropî, piştgiriya siyasî û leşkerî distîne.
Wezareta Bergiriyê ya DYAyê qebûl kiribû ku di cotmeha 2015an da nêzîka 50 tonî muhîmat ji PYDê ra şandiye.
Çavkaniyên herêmî yên Sûriyeyê ji çapemeniya navneteweyî ra rapor kiribûn ku di 2yê berfanbara 2015an da, balafireke leşkerî ya Rûsyayê, 2 ton muhîmat daxistiye herêma Şêx Meqsûda li bakurê Helebê ku kontrola wê di destê PYDê da ye.
Beşar Esed jî di rojnameya The Sunday Timesa ingilîzî da, bi gotina "Belgeyên me hene. Me çek û muhîmat ji wan ra şandin" piştgiriya xwe ya ji PYDê ra eşkere kiribû.
Li gorî agahiyên ku AAyê ji çavkaniyê ewlehiyê sitendine, piştî berfanbara 2015an alîkariyên Rûsyayê yên çek û muhîmatê ji bo hêzên PYDê zêde bûne. Rêveberiya Moskowê jî bi giranî alîkariya fuze û doçkayan daye rêxistinê. Lêbelê ji ser çekan agahiyên der barê ku ew çek malên Rûsyayê ne hatibû jêbirin. Di heman demê da rejima Beşar Esed jî, dest bi dana perwerdeya bikaranîna çekên sivik û yên navend û çekê dijetanq da kir ji bo PKKê.
Çavkaniyên ewlehiyê herwiha tesbît kirin ku piştî cotmeha 2015an bi zêdebûna alîkariya derekî ji PYDê ra, dest bi guhaztina çek û muhîmatan kir ji PKKê ra. Ew dem jî ew dem e ku çalakiyên PKKê li Mêrdîn, Diyarbekir û Şirnexê bihêz bûn.
Ji destpêka par heta nuha, li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê hejmarek gelek roketê dijetanq, serikê roketan, bombeyên destan, tivingên M16ê, tivingên AK-47, tivingên qenas, tivingên BKC yên mekîneyî û muhîmatên wan, demançeyên Glock, muhîmatên doçkayan, dûrbînên şevîn, bêtêl û êlegên hicûmê hatin girtin ku endamên PYD dixwastin bigihînin endamên PKKê yên li Tirkiyeyê.
Muhîmat li aliyekî, endamên rêxistinê yên li Sûriyeyê û kadroyên çiyê yên PKKê yên li Tirkiyeyê piştevaniya hev dikin. Ev di talîmatên Qendîlê da hatin belgekirin.
Hêzên ewlekariyê di 25ê sibatê li ser sînorê Sûriyeyê 2 nîşangirên PYDyî girtin. Ew nîşangir li xwe mikur hatin ku sala 2014an ji Qendîlê hatine Kobanê û bi biryara PYDê, bi mebesta piştgirî dana terorîstên PKKyî, wê biçûna Sûra navçeya Diyarbekirê.
PYD ji bo ku çek û muhîmatê derbasî Tirkiyê bike Qamişloya navçeya Hesekê, bajaroka Amûdê, Efrîna navçeya Helebê, Malîkiyeya gundê Azezê û Kobanêya Helebê bi kar tîne. Ji Qamişloyê derbasî Nisêbîna navçeya Mêrdînê, ji Kobanê derbasî Sirûca navçeya Şanliûrfayê û ji Efrînê derbasî Amanosa herêma Hatayê dibin.
Çavkaniyên ewlehiyê ragihand ku mensûbên PKKê yên Îdila navçeya Şirnexê di dawiya mijdarê 2015an da ji PYDê muhîmat xwest, ji 5ê berfanbara 2015an pê va ji Îdilê ra çeka 2 B-7, 14 AK-47, 2 BKC, 80 roket, hezar û 500 zincîra BKCê, 5 hezar fîşengên AK-47ê, 3 hezar 260 fîşengên BKCê, 400 funyeyên bielektrîk, 40 bombe, 200 cihê fîşengan, 4 şarjorên kanasê, 70 şarjorên AK-47ê hat şandin. Lêbelê hêzên ewlehiyê piştî operasyonê dîtin ku mêjera çekan zêde ye û ne tenê ji bo Îdilê, ji bo Cizîr û Silopiya jî sewqiyat hatiye kirin. PYD di navbera mezra Karuha gundê Încî û Bozalana Cizîrê çekan dide PKKê.
Di 22yê sibatê da jî PYDê ji mensûbên PKKê ra çek ji Herrana navçeya Şanliûrfayê şandibû Nisêbîn û Dêrika navçeya Mêrdînê, lê çek û muhîmat hatibûn bidestxistin. Hêzên ewlehiyê di çewalan da tifinga nîşandaran ya ku marqeya wê "Zagros" e û dûrbîn, serê 50 roketavêjan, 67 bombeyên destan, 66 funyeyên mekanîk, 20 kîlo teqemeniya ku bi destan hatiye çêkirin, 700 funyeyên agirpêxistinê, 6 mekanîzmayên roketavêjan û 45 bombeavêj dîtibûn.
PYDya şaxa Sûriyê ya PKKê di 2002yan da bi telîmata serkirde Ocalan va hat avakirin. Ji sermaweza 2011an û pê va milîtan ji Qendîlê tevî rêxistinê dibin. Li gor rêziknameya navxweyî ya PYDê Ocalan wek "fermandar", PKK jî "organa zagondanînê ya bilind" tê qebûlkirin. Serokê PYDê wek Salih Muslimê ku di PKKê da navê wî yê qodkirî "Ebû Welat" bixûyê jî serokê yekem ê rêxistinê Fehman Huseyîn e ku ji Qendîlê hatiye û navê wî yê qodkirî "Bahoz Erdal" e. PYD kadroya xwe ya milîtana li Qendîlê di kampa Cangorî Ayhan da perwerde dikir, lê êdî li gundê Malîkiyeya ku dikeve bakurê Helebê vî karî dike.
PYD li Sûriyê gelek ereb û tirkmen da zorê ku koç bikin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di 13ê coteha 2015an da raporek weşandibû û gotibû ku PYD li bakurê Sûriyê mafên mirovan yên sivîlên tirkmen û ereb binpê dike û sûcê şer dike.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê (SNHR) jî di 18ê rêbendanê da raporek weşand û gotibû ku PYD li bakur û rojhilata bakurê welêt ku hêzên rejimê di 2012an da jê vekişiyan û jê ra hîştin, heta niha "bi mebesta paqijiya nijadî komkujî" kiriye.