Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Nûrettîn Canîklî got "Ji bûyerên Geziyê bigirin, hewldanên derbeyê yên di 17-25ê kanûna pêşîn de zirareke mezin dan aboriyê. Jimar dora 125 milyar dolar e û ev reqam dibe ku bi delîlên ku di rojên pêşiya me de dê bên bidestxistin, zêdetir bibin. Helbet gelek zirar da aboriyê, hê jî ev zirar berdewam dike."
Wezîr Canîklî ji bo biryara Komîsyona Jêpirsînê ya TBMMyê ya der barê 4 wezîran de wiha got: "Gelo ma komîsyon mecbûr e ku îleh li gor daxwaza muxalefetê, li gor daxwaza Birêz Kiliçdaroglu biryarê bide. Gelo mantiqeke wiha heye? Heke hûn li gor çarçoveya daxwaza min biryarê bidin baş e, heke nebe baş nîne. Mirov nikare bi gelemperî berteka hemû muxalefetê bi taybetî jî ya Birêz Kiliçdaroglu ya li dijî vê geşedanê fehm bike. Ev yek ji ber ku derûniyeke gelek ne baş nîşan dide, bûyereke bi îbret e."
Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Nurettîn Canîklî ji bo biryara Komîsyona Jêpirsînê ya TBMMyê ya der barê 4 wezîran de wiha got: "Biryar biryareke hiqûqî ye. Divê her kes vê biryarê qebûl bike. Hûn dikarin li gor xwe vê biryarê rexne bikin. Ji endamên Komîsyonê 5 kes ji bo vê biryarê îtîrazê dikin. Lê ev nikare biryara huqîqî biguhere."