ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç piştî Civata Wezîran derket ber çapemeniyê û bersiv da pirsên der barê rojevê de. Arinç wiha got: "Pêşnûmaya guherandina dersxaneyan di meha çileyê de dê were ber meclîsê. Ji bo veguherînê jî heta 2015an dê wext bê dayîn."
Arinç qala xebatên ji bo veguherîna dersxaneyan kir û diyar kir ku Birêz Serokwezîr heta niha bi gelek wezîran re hevdîtin kirin û wiha pê de çû: "Raporên wan hevdîtinan jî di Lijneya Wezîran de hat guftûgokirin. Her wiha firk û ramanên hemû wezîran yên der barê mijarê de jî hatin pirsên."
Arinç destnîşan kir ku ev projeyeke veguherînê ye û anî zimên ku dersxane nayên girtin, dê vegerin dibistanên taybet.