Navçeya Şemdînliya li ser Hakkariyê ya tim bi bûyerên terorê dihat rojevê, bi pêvajoya çareseriyê veguherî. Li Şemdînliyê niha însan di nav aramiyê de dijîn.
Li navçeyê êdî dengê çek û tifingan nayê, ev salek e di şer û pevçûnan de tu kes nemiriye. Gelê herêmê bê tirs dîjî û têkiliya gel û leşkeran jî her diçe xurt dibe.
Bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê re, sarenserê havînê leşker beşdarî dawetên li navenda bajêr, bajarok û gundan bûn. Leşkeran bi gelê herêmê re govend girt, sitranên kurdî û tirkî got. Herwiha gel û leşker, bi hev re şad bûn.
Qeymeqamê herêmê Adem Unal û fermandarên ku beşdarî dawetê bûn, ala tirkan û zêr wek xelat dan bûk û zavê û ew pîroz kirin.
Albay Şukru Bîlîr bi welatiyên bi cil û bergên herêmî xwe xemilandibûn re hat gel hev û govend girt, bi bûk û zavê re jî sohbet kir, zêr û ala tirkan diyarî wan kir.
Leşker û welatiyan bi hev re stranên kurdî û tirkî gotin û govend girtin û kêfxweş bûn.