26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 26 Nîsan 2016
ANKARA
Qanûna ku tê de behsa verastina hin mijaran yên wek sîgortaya trafîkê ya mecburî, Sûra navçeya Diyarbekirê ji nû ve çêkirinê û 15 hezar polêsan hildana kar dike, kete rewacê.
Li gor qanûna ku îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin, di sîgortaya trafîkê ya mecburî de heke qezayek ji ber qusura xwediyê heq yê ku tazmînatê dixwaze çêbibe, daxwaza wî ya tazmînêtê wê ji hêla sîgortaya mecburî ve neyê dayîn.
Heke karsazek kesên ku ji hêla Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ve alîkariyê hildidin di kargeha xwe de bide xebitandin, ji bo wan karsazan wê piştgiriya prîmê ya sîgortayê bê dayîn.
Sendîka û konfederasyon bi şerta ku neqîta wan ya mewcût ji sedî 10 derbas nebe, wê bikaribin alîkariyê bidin malbata şehîd û gaziyan.
Mexdurekî terorê heke nezewicîbe û zarokên wî jî tune bin, bira û xwîşkên wî, dê û bavên wî wê bikaribin bên îsdihdamkirin.
Şirketên turîzmê yên ku li ser eraziyê kamuyê kar dikin û ji bo sala 2016an deynê wan heye, ji bo deynên xwe yên kirê û tehsîsê wê bikaribin saleke din bidin.
Karker wê îznên xwe yên salane jê qismekê bi şerta ji 10 rojan kêmtir nebe wê bikaribin sê caran bikar bînin.
Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê wê 15 hezar polêsan hilde kar.
Sûra navçeya Diyarbekirê wê ji nû ve bê înşakirin.
Di tekoşîna li hember terorîzmê de wê bikaribin qayyuman tayînê şirketan bikin, ragihandinê tespît bikin, guhdar bikin û usulên şopandinê yên teknîk bikin.
Ji bilî van verastkirinan gelek verastkirinên din jî di qanuna torbeyê de cih digrin.