25 Adar 2016•Rojanekirin: 25 Adar 2016
DIYARBAKIR
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji bo hetanî ku lêpirsîn tê temamkirin qedexeya weşanê da ser der barê êrîşa terorê ya ku PKKyiyan birin ser Qereqola Cendirmeyan ya Mermerê ya li ser rêya Diyarbekir-Licêyê.
Di daxuyaniya serdozgeriyê da hat diyarkirin ku der barê êrîşa ku endamên PKKya rêxistina terorê birin ser qereqolê û tê da 3 leşker mirin û 24 leşker birîndar ketin da lêpirsîn dan destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 1î a Diyarbekirê biryar da ku ji bo ewlehiya neteweyî, pêkanîna pergala kamuyê û pêşîlêbirîna sûcan hetanî ku lêpirsîn temam dibe qedexe li ser weşana der barê êrîşa da be.