25 Adar 2016•Rojanekirin: 26 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li Sîlwana navçeya Diyarbekirê li 18 gund û taxên wê qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Li gor daxuyaniya qaymeqamtiyê ji bo qefaltina endamên rêxistina terorê û pêkanîna hizûr û ewlehiyê ji saet 11.00an pê va qedexeya derketina derva hatiye îlankirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li gundên Bogazonu, Demirkuyu, Ozluce, Donenkaya, Tarakli, Esenyol, Duruseven, Gurpinar, Arikoy, Taşpinar, Çîgdemlî, Toklar, Kayadere, Kazandagi, Kalemlî, Arataş, Başdegirmen û Pinarê û li taxên wan qedexeya derketina derva hat îlankirin.