Abdullah Tel
07 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2016
VAN
Penaberên sûriyî yên ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe derketin hatin Wan di van rojê û mehên zivistanê de li hemberî sir û seqemê bi zor û zehmetî li ber xwe didin.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf heye, hewa sar e û ev yek jî pir zorê dide penaberên sûriyeyî yên ku di cihên wek xirb û konan de dimînin.
Xelîl Yasînê ku tevlî 5 zarokên xwe ji şer reviya û xwe spart Wanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û qala zehmetiyên ku dikşînin kir.
Yasîn destnîşan kir ku ew di vê zivistan bi sir, seqem û berfê derbas dibe de di kon de dimînin û wiha dewam kir: "Gel xêra xwe bi me dike. Karekî ku ez bikim tuneye û ji ber vê jî nikarim pere rayî bikim. Ji ber hewaya sar herî zêde zarokên me nexweş dikevin."
Nebî Yasîn jî ragihand ku dema ew hatin bajêr di konekî de diman li kesekî xêrxwaz konteynir da wan û wiha dewam kir: "Ez, xanim û tevlî 3 zarokên min ên ku ya herî bûçik hê 6 mehî ye di konteynirê de dimînin. Li gor rojên berê şert û mercên me niha baş in. Xwedê xêra herkesî mezin bike. Şert û mercên konteynirê li gor kon çêtir in lê ceyrana me tuneye, heke ev pirsgirêk jî çareser bibe wê ji bo me pir baş be."