Erdogan di axaftina xwe de destnîşan kir ku di diyarkirina namzedan de krîterên wan ên bingehîn zanebûn, jêhatîbûn û pisporî ye û wiha got: "Em ê bajarên bêqisûr ava bikin. Bajarên ku kolanên wan paqij in û xweşik in, lê beriya her tiştî divê em xitabî dilan bikin."
Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser lêgerînên ji bo namzediya serokomariyê û wiha axivî: "Di van rojan de tiştekî mode heye, li serokomarê sîwanê digerin. Tiştekî bêbingeh çawa dibe xwediyê sîwanê? Bingeh tune, sîwan heye. Meriv ji sîwanê nayê bingehê, ji bingehê diçe sîwanê. Lêgerînên wan tim wiha nin û cî nagirin."
Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe de wiha got: "Bahçelî rabûye û dibêje bila Serokê Sererkaniyê îstifa bike. Tu çi çaxê bûyî serokomar û bangî îstifayê dikî. Kê vê wezîfeyê daye te? Beriya her tiştî rêya ji Sêwasê wêdetir hîn be. Di hilbijartinên 30yê adarê de ne tu û ne jî Kiliçdaroglu, hûn nekarîn biçin Wan û Diyarbekirê."
Erdogan di berdewamiyê de wiha got: "Ey CHP û MHP, çima navê we li Şemdinliyê û Çûkûrcayê tuneye? Em ji bo ku teşkîlata xwe li wir li ser piya bihêlin têkoşînê didin."