20 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2015
Balafirên şer ên Rûsyayê êrîş birin li ser gundê Bişurfaya rojhilata Lazqiyeyê ya li Sûriyeyê. Hat ragihandin ku li gor agahiyên ewil 42 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan balafirên şer ên Rûsyayê êrîş birin li ser gundê Bişurfayê. Di êrîşê de 42 sivîl mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Rayedaran daxuyandin ku birîndar rakirin nexweşxaneyan û tîmên parastina sivîl jî hewl didin ku xwe bigihînin kesên di bin avahiyên hilweşiyane mane derxin.
- "Balafirên Rûsyayê êrîşî kesên ku alîkariyê dikin kirin"
Firas Hafawî yê ku li herêmê şahid e jî got ku dema balafiran êrîşa ewil kir û hin kes di bin enqazan de man û mirov çûn alîkariya wan ku wan ji binê enqazan derxin, balafiran êrîşa duyemîn jî kirin.
Hafawî got ku êrîşa duyem bû sedema mirinan û wiha axivî: "Balafirên Rûsyayê li gundê Bişurfayê sivîl kuştin. Rûsan li herêmê du êrîş kirin. Di êrîşa ewil de hin kes mirin û birîndar bûn. Lê mirî û birîndar di êrîşa duyem de zêde çêbûn, lewra rûsan êrîşî kesên ku hatin alîkariya birîndaran bikin, kirin."