20 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2015
Serokomar Erdogan: "Îro li gelek ciyên dinyayê li dijî hebûna mirovahî û tebîetê sûc tê kirin û mixabin civaka navneteweyî li ber vê ezmûneke baş nade. Li ber serê me, li Sûriyeyê 366 hezar sivîl hatin kuştin û mirovahî, dîrok, nirxên madî û menewî hatin binpêkirin, lê dinyayê dengê xwe dernexist."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Konferansa Alîgiran a 12an a Peymana Têkoşîna Dijî Beyariyê ya Neteweyên Yekbûyî ku AA jî şirîkê ragihandina global e da axivî.
Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir ku îro germbûna kurewî, guherîna demsalan û beyarî meseleyên mezin in û wiha got: "Van pirsgirêkên hanê ji xeynî tebîetê zirarê didin aborî, ewlehî, pêşketin û jiyana civakî jî. Di roja îroyîn da beyarî bandoreke mezin li şer û pevçûnan dike û dibe sedema koçkirinê."
- "Civaka navneteweyî ezmûneke baş nade"
Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir ku divê meseleya hawirdor û tebîetê li gor têkiliya di navbera însan û tebîeatê da were nirxandin.
Serokomar Erdogan diyar kir ku îro li dinyayê wijdana mirovahiyê jî beyar bûye û wiha got: "Îro li gelek ciyên dinyayê li dijî hebûna mirovahî û tebîetê sûc tê kirin û mixabin civaka navneteweyî li ber vê ezmûneke baş nade. Li ber serê me, li Sûriyeyê 366 hezar sivîl hatin kuştin û mirovahî, dîrok, nirxên madî û menewî hatin binpêkirin, lê dinyayê dengê xwe dernexist."