ŞANLIURFA
Şaredariya Şanliurfayê CDyeke ku tê de bi 8 zimanan bajêr dihat nasandin amade kiribû. Şaredariyê biryareke nû da, kurdî jî li wan zimanan zêde kir û êdî bajêr dê bi kurdî jî bê nasandin.
Şaredar Ahmet Eşref Fakibaba civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got: "Riha ji aliyê dîrok û çandê ve di nav bajarên sereke yên Tirkiyeyê de ye. Em girîngiyê didine nasandina bajêr û di demên dawiyê de me der heqê dan nasînê de xebatên baş kirin."
Fakibaba got: "Ez CDya bi zimanê kurdî pir diecibînim û ji hevalên xwe yên kar re spas dikim. CDyeke pir baş çêbûye. Îşalah xebatên wiha wê bi CDyên cuda û pirtûkan dewam bikin. Min dît ku di nav CDyan de CDya bi zimanê kurdî tuneye. Min gote hevalên xwe zimanê kurdî jî tevlê bikin. Li vê derê hejmara welatiyên me yên kurd gelek zêdeye. Jixwe hikûmeta me jî pêvajoya çareseriyê daye destpêkirin. Biryara CDya bi zimanê kurdî rasterast min da."
Fakibaba got: "Tê plankirin ku CDyên nasandinê wê li herêmên cuda û navçeyan bên belavkirin."