DIYARBAKIR
Parlementerê Serbixwe yê Mardînê Ahmet Turk der barê hevdîtina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî ya li Diyarbekirê de got ku "Dema ku birêz Barzanî hat bajarekî wekî Diyarbekir girîng, berî her tiştî divê pêşî gelê Diyarbekirê, Şaredar Osman Baydemîr û partiya bira ziyaret bike. Hêviya me ev bû."
Turk di merasîma vekirina Bulvara Qamişloyê ya ku Şaredariya Mezin a Diyarbekirê çêkir de bersiv da pirsên rojnamevanan yên der barê hatina Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) Mesûd Barzanî ya li Diyarbekirê de û got ku Barzanî Serokê HKIFê ye û di nav kurdan de bi qedr û qîmet e.
Turk bi bîr xist ku çavê hemû kurdan li Barzanî ye û berê jî di Newrozê de Barzanî vexwendibûn û wiha axivî: "Dema ku birêz Barzanî hat bajarekî wekî Diyarbekirê girîng, berî her tiştî divê pêşî gelê Diyarbekirê, Şaredar Osman Baydemîr û partiya bira ziyaret bike. Hêviya me ev bû. Lê tabî derfet çênebûn. Birêz Barzanî nekarî ku bê Newrozê. Heta niha derfet nedît ku bajarê Diyarbekirê yê ku ji bo gelê kurd gelekî girîng e û Şaredarê wê ziyaret bike. Ez wisa texmîn dikim ku dê ev yek bibe sedemê nîqaşên mezin. Hatina wî ya li ser vexwendina Serokwezîr di nav kurdan de dê bibe sedemê nîqaşan. Armanca me nîqaşkirina Barzanî nine, em naxwazin ku bê nîqaşkirin jî."
Turk da zanîn ku peyamên dê piştî ziyareta Barzanî bidin gelekî girîng in, di adara pêşiya me de kurd dê bi coşeke mezin Newrozê pîroz bikin û diyar kir ku gelê kurd dixwaze Barzanî di Newrozê de bibîne.
Turk axaftina xwe wiha dewam kir: "Daxuyaniyên ku dê bidin, dê bibin sedemê encameke diyartir û derfetên nû dê derkevin. Helbet divê hêviyên kurdan baş bên nirxandin. Di hatina xwe de peyama ku dê bide gelê kurd, gelekî girîng e. Tabî dibe hin kes ji bo hilbijartinan wisa tevgeriyabin û wî vexwendibin Diyarbekirê. Gel vê îxtimalê jî difikire û li ser vê nîqaşê dike. Lê hêvî dikim ku Birêz Barzanî vê yekê ferq bike û nekeve nava tiştên wisa."
Turk li ser pirsa "Gelo hatina Barzanî ji bo we bû surprîz?" diyar kir ku "Ez şeva din ji Hewlêrê vegeriyam, li wir nîqaşeke wiha tunebû, piştî ku ez ji wir derketim min bihîst ku dê bê Diyarbekirê." Turk got dema ku mirov li Hewlêrê tiştekî wisa nebihîze û dema ku hat Tirkiyeyê bibihîze, wê demê pirseke wekî "gelo çi bû?" tê bîra mirov.
Turk li ser pirsa "Gelo Arîkara Serokê Giştî yê BDPê Gulten Kişanak dê bibe namzeta Şaredariya Mezin a Diyarbekirê an na?" jî da zanîn ku di vê mijarê de xebatên komîsyonê dewam dikin, hêj nav diyar nekirine.
Li ser pirsa "Gelo tu yê bibî Namzetê Şaredariya Mezin a Mardînê an na?" jî got ku di vê mijarê de daxwazeke wan ya wisa çêbû, dê digel hevalên xwe vê mijarê binirxînin.
Şaredarê Şaredariya Mezin Osman Baydemîr jî diyar kir ku xizmetkarê bajêr e, kî tê bajêr bila bê deriyê şaredariya mezin ji bo wan 24 saetan vekiriye.
Baydemîr got ku li Diyarbekirê, di Şaredariya Mezin de mêvankirina Birêz Barzanî ji bo min rûmetek e. Ez ê wek ewladekî gelê kurd bi vê yekê serbilind bibim."