Müslüm Etgü
04 Sibat 2023•Rojanekirin: 04 Sibat 2023
Şaredariya Mezin a Şanliurfayê 7 kesên bêmal li mêvanxaneyê hêwirandin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariyê piştî berfbarîna ku ji serê sibeyê ve berdewam e, ji bo welatiyên ku di vê sermayê de li kolanan dijîn, ekîbên Serokatiya Daîreya Zabîteyê destbikar bûn.

Ekîbên ku îxbarên ji bo navenda ragihandinê ya Alo 153yê jî qebûl kirin, 7 welatiyên bêmal bi wesayitên xwe ji kolanan dan hev û birin mêvanxaneya şaredariyê.
Welatiyên ku li mêvanxaneyê hatin hêwirandin dê heta maweya ku li wê derê bin, rojane 3 dana xwarina germ bixwin.
Welatiyên ku li mêvanxaneyê hatin hêwirandin ji bo vê îkramê spasiya Serokê Şaredariya Mezin a Şanliurfayê Zeynel Abidin Beyazgul û ekîba wî kirin.
Di daxuyaniyê de ji welatiyan hat xwestin ku ji bo kesên bêmal ên li kolanan li navenda ragihandinê ya Alo 153yê bigerin û şaredariyê agahdar bikin.