03 Hezîran 2017•Rojanekirin: 04 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Savaş Buldanê mêrê Pervîn Buldana Cîgirseroka Meclisê yê 23 sal berê hatibû kuştin hat bibîranîn.
Merasima bibîranîna Savaş Buldan li Goristana Avcilarê li ser merzelê wî hat kirin.
Pervîn Buldanê li vir xeberda û destnîşan kir 23 sal berê mêrê wê hatiye kuştin û got têkoşîna me ya ji bo dîtina kujeran û cezakirina wan wê dewam bike.
Piştî xeberdanan yên hatin goristanê li ser mezelê Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay dia kirin û qerenfîl danîn ser merzelê wan.
Osman Baydemirê Berdevkê HDPyê û Parlementerê Şanliurfayê, Celal Doganê Parlementerê HDPyê yê Stenbolê, Sirri Sureyya Onderê Parlementerê Enqereyê û Erol Dorayê Parlementerê Mêrdînê jî beşdarî merasimê bûn.