11 Nîsan 2016•Rojanekirin: 12 Nîsan 2016
ŞIRNAK
Hejmara terorîstên ku di operasyonên li Şirnex û Silopiyê da mirin derket 170yî.
Li Şirnexê operasyona "Şehîd Cendirme Ustegmen Mehmet Çîfcî" a ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û hêzên ewlehiyê di 14ê adarê da piştî qedexeya derketina derva ji bo qefaltina terorîstan, ser girtina kozikan û rakirina berîqatan da destpêkirin berdewam dike.
Ji sedî 40î operasyon temam bû, herwiha li taxa Yeşîlyûrt, Dîcle û Cûmhûriyetê şerê navbera hêzên ewlehiyê û terorîstan da, dewam dike.
Terorîstên ku ji bo rê li ber girtina hêzên ewlekariyê hewl didin, teqemeniyên di avahiyan da bi cih kirine diteqînin û gule berî hêzên ewlehiyê didin.
Di 24 saetên dawîn ên operasyonê da, 8 terorîst hatin kuştin. Herwiha hejmara terorîstên ku hatin kuştin derket 167an.
Li navenda bajêr qedexeya derketina derva dewam dike û destûrê nadin ku kes bikeve nav bajêr.
-Li Silopiyê operayon dewam dike
Li Silopiyê operasyona terorê ya ku hefteya borî, li ser êrîşa terorîstan dest pê kiribû dewam dike.
Navçeya ku lê qedexeya derketina derva berdewam dike, heta niha 3 terorîst hatin kuştin û 11 teqemeniyên destî hatin îmhakirin.