Abdullah Tel
02 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2015
DOHA
Serokomar Rewcep Tayyîp Erdogan ji hêla Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hemed Al Sanî ve bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Di merasima ku li ber Dîwana Mîrektiyê hat kirin de sirûda neteweyî ya her du welatan hat xwendin, piştî wê Serokomar Erdogan silav da yekîneya merasimê û paşê jî Erdogan û Al Sanî heyetên ku bi wan re bûn bi hev dan nasîn.
Wezîra Hawirdor û Bajarvaniyê Fatma Guldemet Sari, Wezîrê Aboriyê Mustafa Elîtaş, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mahîr Unal, Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal, Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Nabî Avci, Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz, Wezîrê Gihandin Ragihandin û Behrevaniyê Bînalî Yildirim jî di merasimê de cih girtin.