Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan got: "Ji bo li herêmê aştîyek birastî çêbe, çi ji destê me tê bi piştevaniya Qatarê em dikin."
Erdogan, li vir beşdarî vebûna avahiya balyozxaneyê nû ya xizmetê bû û îfade kir ku mîmariya avahiyê bi dilê wî ye û ji bo vê kêfxweşiya xwe anî ziman.
Erdogan, got ku hêj avahî înşeat bûye tê de geriyaye û niha jî ji bo vekirina avahiyê li vir e û wiha dewam kir: "Têkiliyên Tirkiye û Qatarê her diçe baştir dibe û ev bi çûn û hatinê dê bê asteke çêtir."
Erdogan da zanîn ku her du welat xwediyê dîrokeke hevpar ya 500 salî nin. Erdogan wiha pê de çû: "Taybetmendiyeke me û Qatarê heye. Fikr û ramanên me yên di mijara herêmî û navneteweyî de yên hevpar hene. Ji bo herêm tim bi aramî bijî çi ji destê me tê bi hevkariya Qatarê em dikin. Him Qatar him jî Tirkiye birêkûpêk her diçe pêşdetir diçin û geştir dibin. Şirketên tirk ên înşeatê yên li Qatarê serkeftina xwe li ber çavan rêdixe. Nêzikî 60 şirketên me li Qatarê hene. Ev ji bo me serkeftinek e û em bi vê kêfxweş in."
-Hejmara turîstên Qatarî her diçe zêdetir dibe
Erdogan destnîşan kir ku têkiliyên însanî û çandî yên di nav her du dewletan de her diçe baştir û geştir dibin. Erdogan got ku di sala 2011an de hejmara turîstên hatin Tirkiyeyê 7 hezar û 600 bûn, ev hejmar di sala 2012an de ji sedî 85 zêde bû û gihîşt 14 hezaran. Serokwezîr Erdogan wiha axivî: "Em jî vê eleqeya birayên xwe yên Qatarî bêgerew nahêlin. Em dê li vir Navenda Çandê ya Yûnûs Emreyê ava bikin û vê têkila baş û geş a di nav welatan de xurttir bikin."
-Cawbir neda
Serokwezîr Erdogan, piştî axaftinê kurdelayê jêkir û avahiya balyozxaneyê vekir. Erdogan, li ser tevgera wezîfedereke ku kir cawbirê ji destê Serokwezîr bistîne got: "Na ez cawbirê nadim. Ez cawbirên di rojên wiha de bikartînin datînim muzeya xwe." Pişt re Serokwezîr cawbir radestî parêzwanek xwe kir. Piştî wekirinê Serokwezîr Erdogan û yên gel wî bi hev re balyozxaneyê de geriyan.
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Musteşarê Wezaretiyê Efkan Ala, Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Alîkarê Giştî yê AK Partiyê Mevlut Çavûşoglû û erkdarên Qatarî beşdarî merasîma vekirinê bûn.